koçberim;basil husên

لا يوجد ردود
صورة  Basil Hussein's
User offline. Last seen 11 سنة 15 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 06/12/2012

ji mêjde koçberim li bêlane
birîna min herdem bê dermane
pi§ka min ê§ û jan û kovane
serdema nûzer de tim fermane
dijmin mîdya û mîtan rûxandin
periyên kurda gelek revandin

dîrok pa§vexistin ,dagerandin
milet koçberkirin û pijandin
hat mîr selaheddînê eyûbî
qiral û qerte û mîrên lûbî
xistin serdarê hengên liblibî
kesên jîr koçberbûn mane jinbî
kurdistana sor çêbû bi ferman
lênîn hîma wê danî bû derman
laçîn serhilda go eve dewran
kurda go nema deynin bereman
lê nervîna xopan mi§extbûne
sûde û havil ne serxwebûne
stalîn armanca wî herdem xûne
laçîn rûxand û go kurdo rûne
min karê te xiste koçber û ger
welatê te dabe§kir gurkir §er
rew§a ezer û ermen xiste ber
binyata §erekî giran çû der
kurd belavbûn li hemû deveran
li ewropa û §am û ta taran
wek ma§ot belavbûn nava daran
bûne berpirsiyarê gelek seran
li iraqê seddam bêtar çêkir
milyonek kes berve çiya rêkir
baran û seqem ser wande rêjkir
temarî û gewendî dorpêçkir
çerxa felekê bere vajî bû
yekem car gelê sûrî koçberbû
li dihokê û hewlêrê bi cî bû
ê§ û birînê wan gelek derbû