Feqî Kurdan : Xwe-rexnekirineka Neteweyî Pêdîviya

2012-11-18

Ji 25 sedsalan de, dagîrkeran em ji dîrokê avêtine, Kurdistan ji neqşeya cîhanê rakirine, kesayetiya me lawaz kirine, bi pozbilindî li dijî hebûna me ya neteweyî ne, eva jî ne tiştekî susrete, çunkî dagîrker dagîrkerin, û bêheşiye ku em hêvîdarê dilovaniya wan bin,

lê tiştê susret ev diyardeyên ku li kurdistanê derdikevin holê; ew jî di çar xalan de tên civandin:   
1 – Dûvelangiya me ji kultûrên dagîrkeran re.
2 - Dûvelangiya me ji ecendeyên herêmî û navneteweyî re.
3 – Bêhabûna rehberiyka me ya neteweyî.
4 - Bêhabûna pirojeyeka me ya sitratîcî. 
Dagîrker naxwazin em xwedî desteyeka serokatî ya bilind bin, wa binêrin çawa em di navbera serokan de şaş bûne! Ew naxwazin em xwedî pirojeyeka neteweyî bin, wa binêrin çawa em di nav ecendeyên partîtî de belawela bûne! Ew naxwazin em xwedî zimanekî neteweyî bin, wa binêrin çawa em di nav zaravan de perçe perçe bûne! Ew naxwazin em xwedî kultûreke kurdistanî bin, wa binêrin çawa em bûne dîlên kultûrên wan! Ew naxwazin em xwedî hêzeke kurdistanî bin, wa binêrin çawa em bê sîwaneke neteweyî ya bervedaniyê ne!
Ev metirsiyan dihêlin ku em bervê xwe bidin (xwe-rexnekirina neteweyî), û lêvegerîneka neteweyî ya giştî pak bînin, ji bo ku em kanibin (nêrîneka hevbeş), û (pirojeyeka sitratîcî) amade bikin, û ez dibînim ji pêdivî û mafê mine ku hevpar bim di va lêvegerînê de, û di va mijarê de ez dixwazim pênc tiştan bidim xuyan:
1 -  Rêza min ji her partiyekî me re heye, lê wate ne ewe ku ez piroje û helwestên wan gengeşe nekim, bi qaserî ku ew di rêya rêzgariya kurdistanê de bin ezê bi wan re bin, û bi qaserî ku ecendeyên xwe bidin pêş ecendeya neteweyî, ezê rikberê wan bim, û helbet rikberî tişteke û dijmanî tiştekî di ye.
2 – Ne ji rêbaza mine ku ez bi nerindî dest bavêjim mirovan, an malbatan, an partiyan, an êlan, an neteweyan, an olan, an zaravan, armanca min ewe ku ez rasteqînan bidim ber çavan, û bi qaserî ez kanibim rêya rastiyê ronahî bikim.
3 – Mayîna m di bin bandora kultûrên dagîrkeran de, beşekî girîng ji aloziya me, lewre ezê nebim dîlê taboyên olî, û hêvîdarim ku xwendîvan veciniqin, çûnkî ez nêrînên xwe ne li ser tewşankiyê ava dikim, na, ez li ser rasteqînên dîrokê û bercewendiyên me yên neteweyî ava dikim.
4 – Hizra me ya şaş sedema  gelek têkçûnên me ye, û pêwîste em hizr û nêrînên xwe- bêtirsî- daxin bin şîrovekirinê, û em ji rasteqînên tal dîjwar nerivin.
5 – Ezê ji rêya rêzgirtinê bidernekevim, lê wate ne ewe ku ez çavên li ser şaşîtiyê damrînim, û nîvrasetqînan bidim xuyan, na, a rast ewe ku mirov rasteqînê bi tewawî bide xuyan an dest jê berde, bi taybetî jî çaxê ku mijar netew û welat be. 
Bê guman em niha l ber çaterêyeka dîrokî ne, wek sala (550 b.z)ê, çaxa hin pêşiyên me şahnîşîna Med xistin destên Farisan, û wek sala (1514z)ê, çaxa hin bavpîrên me bûn dûvelangên Osmaniyan û hin bûn dûvelangên Sefewiyan, û wek sala (1924z)ê, çaxa hin bavên me bûn hevparê pêkanîna (Rêkeftina Lozan)ê, a ku (Rêkeftina Sîvir)ê rûxand, û Kurdistana Bakur xist bin dagîrkeriya tirkan bi biryareka navnetewî ya fermî. 
Ey rwşenbîr û ramyarên me yên rêzdar! stûbariya me ya neteweyî pêwîst dike ku em xwe ji ezezîtiyan rêzgar bikin, bi kar û barên xwe rabin, dem niha dema karê neteweyî î dilsoze, dema raman û helwesta yekgirtî ye, dema kurdistankirina hizran û nêrînane, dema sererastkirina rêgehane, dema xistina krînên gelê me di çarçewa cinga rêzgarkirinê ye.
Erê, werin em xwe-rexnekirineka neteweyî ya kûr bişopînin, an jî cihê me di dîrokê de ê di nav tembel û revderan de be, û nevîyên me ê qet nikanibin serên xwe bi me hildin. 
Û çi dibe bila bibe, pêwîste Kurdistan rêzgar bibe.
Ev gotara bi erebî jî hatiye weşandin.          
17 – 11 – 2012
Feqî Kurdan (E. Xelîl)
 
 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.