Deh Tempî Ji Bo Ramyarên Kurd : Tembiya 7

Kesayetiya Kurd Sererast Bikin!

Dîrokvan Will Diyurant di goteneke xwe de dibêje: "Gelek aloziyî û revderbûnên Ogostos di hundira mala wî de bûn" (Will Diyurant: Çîroka şaristaniyê, beş 10, rû 42), Ogostos şahekî roman î navdare bû, sala (14 z mir),

û ewa damezrênerê imperetoriya Romana ye.
Bi rastî gelek alozî û revderbûnên me kurdan jî di hundirê mala me de ne, berê min ev mijara di hinek vekolînan de dabû xuyan, û divyaye ewa bibe armanca vekolîneke serbixwe û fireh, lê niha werin em binêrin gelo rewşa hundira mala kurd çawa ye?  .
Hundira Mala Kurd:   
Emê pir bi kûraniya dîrokê de nerin, emê ji çerxa (16 z)de dest pê bikin, bi taybetî, ji cenga Çeldêran de (1514 z)de, wê çaxê Osmaniyan û Sefewiyan welatê me di navbera hevde pareve kirin, di pêre, di destpêka çerxa (20 z)de, dewletên ku ji paşela peymana Saykis- Piko biderketnî welatê me dobeke din di navbera hevde pareve kirin, nasnameya me veşartin, kultûra koletyê di kesayetiya me de çandin, em ji hin sinciyên me yên resen bidûrxistin, bîrewariya me ya neteweyî vala kirin, gil û gemara xwe xistin bîrewariya me.
Hinan ji rîsipîyê me digotin: "Siltan Ebdilhemîd nemazliqa xwe li ser ava deryayê rêdixist, û liser nimêj dikir": Hele wa binêrin çawa dagîrkeran hovîtiya xwe dikirin nikarbûneka (مُعجزة) gewre? Û ta çi asteyê bavpîrên me dixapandin?
Erê, aloziyên hundirê mala gelê kurd, yek ji mezintirîn sedemên têkçûna şûreşên me bûn, û kirin ku baweriya hinek entilcênsiya kurdan bi neteweya xwe lawaz bibe, û xwe bi ser gelên biyanî de bijimêrin, di va babetê de Debilyû Ar- fermandarê Hewlêrê yê inglîz dibêje: "Piraniya serokên kurdan bi pozbilindî dibêjin ku koka malbata wan erebe, her yek ji wana hewldide ku damarên malbata xwe bigihîne pêxember, an malbata yekî ji dûvelangên wî" (Debilyû Ar: Bîranînên Debilyû Ar, rû 114).
Va lawaziyê hêşt ku ramanbîr û helbestvanekî kurd wek Mihemed Ziya navê xwe ji navê xwe yî resen dawşîne, û navekî tirkî (Guk Elp) biserxwexîne, û bingeha Toraniyê di pirtûka "Rêbazên Neteweya Tirkî"de bicih bîne (Conatan Randl: Gelekî li dij hev, rû 352). 
Va lawaziyê hêşt ku kurdekî wek Ismet Înunu gef û guran bide kurdan û bibêje: " Di vî welatî de, ne ji mafê tu gelan- ji bilî gelê Tirk- daxwaza mafên regezî (itnî) an neteweyî bike," (Conatan Randl: Gelekî li dij hev, rû 342). 
Va lawaziyê hêşt ku kurdekî wek Alî Salih Se'dî, sekretêrê Partiya Be'is yê Iraqê, kurdan haydar bike sala (1963) ku ewê êrişan bajo ser wan, û hêşt ku bi serkêşê gewre Mele Mistefa Barzanî û havêlê wî re bibêje:" Berge ji we re 24 katjimêr, da ku hûn xwe radestî me bikin, an jî emê we tar û mar bikin" (Dana Ademz şmidt: Gerek li welatê lehengan, rû 355).
Va lawaziyê hêşt ku kurdekî wek zanyarê ola islamî duktur Mihemed Se'îd Remezan Botî, guh nede bêtarên ku bi serên kurdan de rijiyanî, û dor sala (2003) li şamê (Dimeşq) xwe ji kurdan daweşîne, û bibêje: "Ez koka xwe ya neteweyî dixim bin pêya xwe", sedema va helwesta susret cibû? Sedem ewbû ku partiyên kurdên başûr li dijî Emerika neketin cengê, û Seddamê faşist yî dernexûn neparastin!
Va lawaziyê hêşt ku kurdên xiniz (caş), ji nişkava wek kuvarkan, tevlî her şûreşeka kurdan biderkevin, û bibin alîkarê dijmin, û hêşt ku (70) parlementerên kurd, di Perlemana Tirkiyê de ji endamên partiya AKP ya toran- islamî bin.
Bi rastî lîsteya kurdî ya reş dirêje, û bêguman, ciyan û hizra êlîtî kir ku kesayetiya kurd ji hundir ve lawaz bibe, û belengazî, nezanî û belavbûn cihên xwe di nav civata kurdan de bigrin, û wan ji rêya şaristanyê bidûrxîne. Eva rasteqîneke, lê ji yalikî din de jî, ciyan û hizra êlîtî bi xwe kela dawî ya ku kesayetiya kurdî ji hilweşandinê parastin.
Erê, pendek heye dibêje:"Carcaran sûd di ziyanê de heye", çûnkî ciyan û hizra êlîtî nehêştin ku pirojeyên dagîrkeran bi serî bibin, kurd ji qirkirinê parastin, û di her demekê de qehremanên gewre di civata kurdan de peyda dikirin, ewên ku geyana kurdayetiyê diderbirandin, yek ji wan ew serokê êlîtî bû; yê ku sala (1675 z) gotibû: "Ez, ne Siltanê Osmanî imperetorê va xakê ye, erê, dibe ku ewa ji min bihêztir be, lê ez ji wî koklitir û mirovbendtirim" (Erşak Safrastyan: Kurd û Kurdistan, rû 89).
Piştî (25)  çerxên dagîrkeriyê, wa binêrin gelê me derbasî çerxa (21)an bû, ew derbas bû û hên li ser xaka xwe dijî, û jimara wî jî pire, û dizane ku ew (kurd)e; eva jî bi xwe destkeftinên başin, û divyaye ku em dapîr û bavpîrên xwe yên ev destkeftinan bêkanînî spas bikin, lê tevî vê jî pêwîste em riyalîtî bin, û bibêjin: Raste, em gihêştin çerxa 21an, lê li dirêjiya 25 çerxan gelek neçêyan cihê xwe di kesayetiya me de girtin, û pêwîste em xwe jê rêzgar bikin.   
Kar û Barên Zûkanî:      
Çaxa Napilyon li dijî mîrnîşanên Alman biserkeft, feylysûfê neteweya alman Fixtê (1814 z. mir) got:" Me her tişt biderda, lê hên perwerde bi dest me de heye". (Can Toşar û hin din: dîroka ramana ramyarî, rû 384). Bi rastî me kurda jî gelek tişt biderda, lê nûavakirina kesayetiya me ya neteweyî bi dest mede ma heye; ev bara jî dikeve ser milên ramyarên me, bi yardimiya rewşenbîrên me, û di va çarçewê de em evan pêşniyaran pêşkêş dikin:
1- Di Warê Neteweyî de: Wate ewe ku divyaye hişyariya neteweyî di dil û heşan de were xweşkirin, û li gor mercên rojane were pêşxistin, eva jî bi du tiştan pêktê:
- Naskirina ziman û dîroka me ya neteweyî; çunkî gelê ku ji ziman û dîroka xwe were bidûrxistin bê damar dimîne.
- Girêdana nifşên me bi pêşengên me ve; çunkî nifş ji pêşengan hînî serfiraziyê, mirovbendiyê, lehengiyê û cangoriyê dibin.
2 – Di warê Zanahî de: Gelê nezan ne dibe yek, û ne jî dibe xwedî hêzeka gewre, û nikare rûmeta xwe biparêze, erê, çareserî di zanebûnê de ye, û da ku kesayetiya zanahî avabe, divyaye pirojeyên bi rêk û pêk hebin, rêzikên xwendina bi sûd di nav gel de werin bicihkirin; çunkî gelê nezan cihê xwe di dîrokê de nîne, û bi xwendinê gel dibe xwedî zanîn, ramana zanistî bidestxwe dixîne, bi serda jî divyaye gel hîn bibe çawa bi demê re bide û bistîne, pendek heye dibêje: "Bi min re bibêje tu çawa dema xwe derbsdikî, ezê bi te re bibêjim cihê te di dîrokê de li kijan asteyê ye".
3 – Di Warê Gewdeyî û Seykolocî de: Gewdeyên me espên ku em li ser piştên wan dikevin cengên jiyanê, û da ku em biserkevin, divyaye espên me xwedî hêzeka bilind bin; lewre, ji hêla gewdeyî de, divyaye bijîşk, dermansaz di va çarçewê de bixebitin. Û ji hêla seykolocî de, divyaye pirojeyên kultûrî werin pêkanîn; da ku gel ji kultûra koletiyê were rêzgarkirin, ji ber ku kesayetiya qewîn ji hêla derûnî de, ewê karibe bi awayekî erênî bi bûyeran re bide û bistîne, bi serde jî, pêwîste nirxên payebilind wek (serfirazî, azadî, cangorî, rêzgirtî, hwd) di nav gel de were bicihkirin.
4 – Di Warê Abûrî de: Belengazî- wek nezaniyê- kesayetiyê ji hêla gewdeyî, ramanî û derûnî de- jihevdixe, lewre, divyaye gel hînî karên bi sûd bibe, her yek di çarçewa xwe de; şivan li zozanan, cotkar li baxan, bazirgan li bazaran, karker li dezgehan, jin li malan,, divyaye rê li tiraliyê û bêkariyê were girtin, û dahatiyên welêt bi sûd werin bikaranîn: 
5 – Di Warên Civatî de: Divyaye kultûra hevgirtinê di nav civata kurd de were bicihkirin, komîtên çareserkirina pirsgirêkên civakî werin damezrandin, û pêwîste endamên evan komîtan xwedî pend û karzanîn bin, û tiştê herî grîng ewe ku sinciyên payebilind sermiyana civatê bin (duristî, rastî, dilsozî, dilpakî, dilovanî, cangorî, hwd), divyaye nexweşiyên civatî ji holê rabin, bi taybetî jî di nav ciwanan de, bi rastî her gavek di evî warî de were avêtin ê gaveka gelek girîng be di çarçewa sitratîcî de.
Gotinaka Dawî:      
Ey ramyarêyên me yên rêzdar! neteweya me di rewşeka awarte de dijî, ewa xwedîyê pirojeya rêzgariyê ye, lewre barên awarte dikevin ser milên we, di serî de jî nûavakirina kesayetiya kurdî ya qwîn; çunkî gelê ku bibe dîlê belengaziyê, nezaniyê, koletiyê û keysbaziyê, zûka dikeve ber davên xiniziyê û jihevxistinê, û ê nikaribe bibe xwedî pirojeyeka rêzgarî ya çetin wek pirojeya me ya neteweyî.
Ey ramyarêyên rêzdar, helbet we pejirandiye ku hûn serkêşê gelê me bin, lewre ez bi dilsozî bi we re dibêjim:
Duruşme, belavok, daxuyanî, civîn û hevalbendî bi tenê ê nikaribin serkeftinê bi dest me xîne, Hans Haynz di gotineke xwe de dibêje: " Berî her tiştî, divyaye em dest ji mirov de pêbikin" (Hans haynz: Pevin tevlî Corc Lukaç, rû 44), erê, pêwîste em ji mirovê kurd de – çi jin be çi mêr be- dest pê bikin, pêwîste em alîkariyê wî bin, da ku xwe ji kultûra koletiyê û dûvikiyê rêzgar bike, divyaye em geyana kurdayetiyê di kesayatiya wî de geş bikin, wê çaxê her tişt ê sererast bibe, û emê di şerê serbixwebûnê de bi serkevin.                  
 
Daxuyanî:
 Ev gotara roja 30 – 7 – 2012 bi zimanê erebî hatibû weşandin.
 

 

المرفقالحجم
Tembiya - 7 -.zip‏86.03 ك.بايت