M.Şerîf birhik - Mizgîn li te pakrewan
الأربعاء, 19/09/2012 - 22:23
Mizgîn li te pakrewan
Şoreş hate meydanê
Qîr tê ji êş û janê
Şoreşgero tu kanî ..?
• * * *
Himîna pakrewan li Guhê mine
Tariya zindanê ber cave mine
Mirin tucar qet li Bîra mine
• * * *
Va dijmin di hilweşê
Ji xaka min di revê
Ala Rengî ber ba dibê
• * **
Dûmana tarî zelal bikin
Govenda xorta zû kar bikin
Me bi zanîn û çek Fêr bikin
• * * *
Şoreş ne hindik û hesane
Bi kar û xwîna pakrewane
Çare nûs ji mere dermane
• * * *
Tevde herin ser Goran
Mizgîn bidin pakrewan
Va Azad bû Kurdistan
• * * *
M.Şerîf Binxetî