Besam Mistefa : Efrîn

لا يوجد ردود
صورة  Besam Mistefa's
User offline. Last seen 11 سنة 29 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 30/08/2012

Efrîn!
Bila sê kezebên min hebûna..
Bila te sê kêr di wan de biçikanda
Da ku min bêhtir ji te hez bikira!
Ey keska Xwedê

Di vê êvara min ya xemgîn de.
Her ku şîr ji sîng û berên te yên şîn
Diherike..
Li ber piyên te dibim zarok.
Min di kargeheke xwe de
Li berpala çiyayekî bê siûd
Bi zeytûnên xwe re bihêre..
Min li sibehên xwe yên bê xwedî
Parve bike..
Li zarokên xwe yên bêcir
Li keskahiya xwe ya ku Xwedê xwe tê de
Veşartiye.
Min di merkeba Hamidê xwe de wer bike,
Min wêne bike:
Welatekî ji vir heta esmanê heftan
Spehî…
Kirasê deştan veke û min
Zeytûnek bigindirîne..
Zulfa çiyayan şeh bike û min xewnek…azad
Bike.
Çavê darên xwe yeko yeko kil
Bike û
Nehêle êdî hêsir ji çavên qîzên te bibarin.
Nehêle xwêdana lawên te, di kolanan de
Badilhewa birije.
Piçûk bimîne…
Delaliya ber dilê şevnişînan bimîne..
Bila rêwiyên riya dûr
Riya malzaroka te
Êdî winda nekin.
Bila şev li xwedayên te negere,
Dema di esmanê şeva te ya dirêj de
Hewayê avis dikin..
Galegala wan e û tu li ser kevirê êşê
Serê xwe her roj datînî.
Kevirên li ber rêyan raketî
Xewnên wan yên nepenî
Dema piyên rêbwaran li xwe dikin
Û bilez ber bi qelenderên te yên kevnare
Diçin.
Hewraman û xwişkên xwe gîroyî bêhna
Te bûne…vêga.
Ez ji nav axa te dipişkivim
Vedibim
Gul vedidim…
Tu were û sê kêran
Li sê kezebên min bide
Û ez ê bêhtir ji te
Hez bikim
Efrîn!

Besam Mistefa