Deh Tempî Ji Bo Ramyarên Kurd Tembiya ( 4 ) Ji Keysbaziyê Herin Avakirina Dîrokê

لا يوجد ردود
مشترك منذ تاريخ: 30/07/2012

nemetirsiyan wek gelê kurd, û di dîroka Rojavaya Asiyayê de, tu ramyar bi nakokiyên navxweyî mujûl nebûn wek ramyarên kurdan, ev nexweşiya dûr û dirêj kesayetiya kurd dipelçiqîne

, bingehên baweriya bixwe têkdibe, bêhêvîtiyê di hestên neteweyî de diçîne, nahêle ku hişê neteweyî li hember bûyeran amedebe, û xebatên gelê kurd li dervayî penavên tekoşînê werin wendakirin, di hizra gelê kurd de xwejberiyekê diçîne; ewa jî eve"Belavbûn xuriste, û yekbûn awarteye".
Raste, gelê kurd her dem bûye armanca pîlanên dagîrkeran, lê xwejberiya "Belavbûn xuriste, û yekbûn awarteye", ya ku ramyarên me di dîroka me de bi cih kirine, û kirine nanê me yî her roj, bêtar bi ser mede anîn pirtirî bêtarên ku pîlanên dagîrkeran bi ser me da anîni ye, û tiştê sawdar di va rêbaza awarte de ewe ku sinciyên paqij di kesayetiya me ya neteweyî de dirûxîne, berê me  dîrok avadikir, em pêşeng bûn li dijî setemkaran, lê va xwejberiyê kir ku em destgiradayî bimînin, em kirin gelekî keysbaz û parsek.
Ez dizanin ku ev gotinan li kêfxweşiya piran nê, lê ma ezê çi bikim? Ez bawerdikim ku gelê ji rasteqîna bireve, û newêribe şaşîtiyên xwe bizanibe, ew gela ê her dem dûvelang û bê rêz be, û cihê di dîrokê de nîne. Bi rastî, çaxa min dest bi lêkolînê kr, mebesta min ne ew bû ku ez sixêfan bihûnim, nexêr! Hin rasteqînan ez neçar kirim, a ji we re ev mînaka:
Ji sala (1919)de, kurdên Başûr ala tekoşînê li dijî şofîniyan rakirin, û nêzîkî du sed hezar kurd bûn gorî, tevî wê jî nikanîbûn (Hirêma Kurdistana Başûr) ava bikirina, ta ku Seddam Husên êriş bire Kuwêt, û dewletên Xelîc li dijî wî rabûn, û nakokiyên Iraqî yên sunnî û şî'î gur bû, wê çaxê keysa kurdan lê hat, û (Hirêma Kurdistana Başûr) ava kirin, lê bê yî ku dezgehên girîng bikin yek, û nîvê erdnîgariya Kurdistana Başûr ket destê xaneya destûr a (140).
A rast ewe, ku ew bercewendiyên Kurdan li Başûr bi dest xwe xistinî qesreka gewre ye, lê bingeha xwe xwê ye, bi baranekê re ê were rûxandin, helbet baran jî gelekin, birq û birûskên xwe di gotinên şofîniyan de xuya dibin, çûnkî ew dizanin ku hêza kurdên Başûr ne serî sed xweyîtiye, dizane ew hêzikî siste, li ser nakokiya Sunne- Şî'e hatiye avakirin, û dizanin ku lihevhatinek di navbera erebê Iraqê de pêk were, ê gelek çavkaniyên hêza kurdên Başr bimiçiqîne, ê bike ku ew qet nikanibin kerkûk û erdnîgariya ku hatî dagîrkerî bi dest xwe xînin.
Xencî vê jî, eger di paşerojê de, lihevhatinek di navbera Su'ûdî û Îranê de pêk were, wê çaxê neqşeya nakokiyan li rojhilata navîn ê serbinîhev bibe, şerjêkiria Sunne- Şî'eyan ê bibe biratî, û nakokiya Elî û Osmên ê ji holê rabe, û habûna desthilatiya Hirêma Kurdistanê ê bibe armanca bahozan, an jî pergala xwe ê wek pergala (Mirovê nexweş) be, dewletên cîhanî, wek Emêrka û yên din, ê dest ji ber kurdan berdin, çûnkê ew ne bê hişin ku masiyên mezin ji dest xwe berdin û bi pê masiyekî biçûk din.
Ka ji we re mînakeka din; ew jî Rojavaya Kurdistanê ye, di nîviyê çerxa bîstan de, partiyeka kurdî hebû, lê pîroziya zayînê bi ser de barî, çûnkî kurd gelekî zayê ye, û tiştekî xuristî ye ku partiyên me jî wena bin, û tiştê herî girîng yê ku partiyên me- bi belavokan- pêk anî, daxwaza mafên me yên kultûrî bu, û di bin baskên wan belavokan re şofîniyên Sûrî pilanên setemkariyê, belengazkirinê û koçkirinê derbaskirin, û çaxa kurdan sala (2004) serî hildan, karê herî nirxbiha yê ku partiyên me kirî ew bû, ku ew serhildana careke din xistin gumgumê, û serê desthilata şofînî vêsandin.
Erê, me her dem cihê xwe li kenara bûyeran girt, em di çarçewa belavokan û bangên tawanbariyan de man, helbet rêcîma faşî kêfxweş bû û em spas dikirin ji bu va tekoşîna kaxetî ya nerm, ta ku serildana sala (2011) li dijî rêcîmê pêkhat, û erebên kestel yên Sunnî û Elewî li dij hev rabûn, tevê wê jî partiyên me li kenara bûyerê man, lê çaxa ku ciwanên me daketin penava serhildanê, dîtin a baştir ewe ku keysbaz bin, û bidin xuyan ku ew beşekî ji serhildanê ne, lê bi lez hin bûn sê beş: dûvelangên Encûmana Sûrî, û dûvelangên kordinasyonê, û dûvelangên rêcîmê.
Bi gotinke din, careke din em ne pêşeng bûn, em di helwesta dengvedanê û keysbaziyê de bûn, di paşerojê de eger lihevhatinek di nabevberê Sunnî û Elewiyan de pêk were, emê li pergala xwe ya berê vegerin, tekoşîna belavokan bikin, ne bes wena, lê a rast ewe ku herdu beş – tevî ku hevdu şerjêdikin jî- aşkere didin xuyan ku ewê qet nehêlin kurd armancên xwe bi cih bînin, bi rastî ew cihê spasiyêne, ji bo va dexuyanê, û tevî ku  Erdogên gef û guran bi ser rêcîma Sûriyê de dibarîne, şahyarê Sûrî yê kar û barê derva dide ragihand ku ew li peyama Edenê miqatinp; helbet ew peyama li dijî kurdan pêk hatibû, û ta niha rêcîma Sûrî navê (Devera Kurdistanê) ya li Başûr bi nav nakin, ji bilî vê bi (Bakurê Iraqê) bi nav dikin.     
Ji hêla din de, gelek serokên beşê ku li dijî rêcîmê nerînên xwe yên şofînî dan xuyan, û çespandin ku tu mafê kurdan yê neteweyî nîne, ne rêvbiriya xweyîtî, ne fidiralî, bi serda jî hinek ji wan tinazan bi kurdan dikin, û gef û gura li kurdan dikin, helbet ewan cihê spasiyêne ji bo va daxuyanan, ji bo ku ramyarên me di paşerojê de xwe navên paş hevoka "Me bawr nedikir ku rewş ê wena be"!    
Bi serda jî, tiştê susret ewe, ku tevî van daxuyanan û gef û guran jî, ramyarên me bi bercewendiyên partîtî mujûl dibin, her partiyek aleya xwe li ser avahiyan hildide, tu dibêjî belkî êrişên dîrokî pêktînin, daxuyaniyan li dijî hev belav dikin, her yek ji wan dibêje: "ê çê ezim", û nerindiyan jî dajo ber deriyê partiyên din, peyaman di navbera hevda imze dikin, da ku aloziyan çarese bikin, di pê re ew peyaman bi xwe dibin aloziyên nû, û ji bilî ku nerîn û helwestên xwe bikin yek, gel perçe perçe dikin, gelo, ma eva ne şerme?
Rewşa kurdan li bakur û riojhilat ne ji ya me baştire, ji sedsalekê de ew bi şûreşan radibin, lê partiyan kirin ku ew di cihê xwe de bimînin, a rast ewe ku ew jî bi hêviya hin hevdijîtî li Turkiyê û Îranê peyda bibin, da ku karibin mafê birêvebiriya xweyîtî bi dest xwe xînin, lê mixabin, meleyên Turk yên nû, û meleyên faris gelekî zîrekin, û nakevin şaşîtîyên ku şofîniyên Iraqê û Sûriyê têwerbûnî, loma keysa bidestxistina mafên netweyî li bakûr û rojhilatê dûre.   
Ey ramyarên me yên rêzdar! xweda dizane ku em ne hezkiriyê gotinên xemgînîne, û dizane ku her mirovekî tekoşîndar cihê rêza bilinde di dilê me de, lê- birayên hêja- Kurdistan ne bi va awayî ji pençên dagîrkeran tê rêzgarkirin, û ne jî pirsgirêka kurdî ya herî dijwar di Rojhilata Navîn de bi va awayî tê çareserkirin, pêwîste ku hûn bi lez û bez ji asteya hêvedariya keysan derbasî asteya karê şûreşî yê rastî bin, helbet wûn ê nikaribin va gavê bavêjin eger ku wûn xwe ji ezezîtiya partîtiyê rêzgar nekin.  
Ramyarên me yên rêzdar! dest ji gotinên bê sûd û tawanbariyên li dij hev berdin, bese ev dagerîna, berve jur herin, di esmanê neteweyî de cihê xwe bigirin, pozbilind bin wek tepelên Zagros û Toros û Agrî, siruş ji gyana neteweyî bigirin, siruş ji lehengiya pakrewanên me, û keserên serekên me yên koçber bûnî û hatinî bidarxistin bigirin, di saziyeka neteweyî de bicivin, pirojeyan û pilanan pêk bînin, dest bi avakirina dîrokê bikin.  
Daxuyan:
 Ev gotara roja 24 – 7 – 2012 bi zimanê erebî hat weşandin
24 - 7 – 2012