Nîgara te hîn heye

رد واحد [اخر رد]
صورة  Haydar Rojava's
User offline. Last seen 5 سنة 26 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/08/2010

 Nîgara te hîn heye

Ez derketim di rojeke mij û reş

Derketim û dil dinalî

Derketim û toz dibarî

Pela dara digrî

Derketim û cerkê min dî

Çavne reş û tarî

Rûkî gewr û spî

Lêvine sor dikenî

Ax û aman.....

Dilê min birîndar bû

Rabû û şiyar bû

Liber çavê min gul divebûn

Û pelê dara kesik dibûn

Çûkê ser şaxa bikêf dibûn

Ew keç di dilde nîgar dikir

Dinivîsa....

Ezim xwedanê kul û derda

Dilê min....

Her car digo na û digo

Tûî kehniya kêf û kena

Digot min.....

Lo xorto ez ketime bindesta û ez bûme  çar parça

Midigo

Lê keçê tu kîyî !!!

Digot min....

Lo lawo ez gulîstan û çem û warim

Midigo

Ez bi te nizanim

Digo

Lo xorto min xwin gelek da û çavê min rûndik pir bara

Min got...

Te dîrokî ji dîrokê dunyayê

Digo

Lo lawo dîroka min dirêj û bilinde li ser zinarê çiyayê cûdî û sîpan

Midgo

Tu çîrokekî ji çîrokê pîrayî

Digot û digrî

Ez çîroka helepiça me û helbesta seyda me û sitrana şêxo me

Digo ez bê azadim û bê hevgirtin û bê serokim

Digo ezim evina memo û zînê û şoreşa berzan

Digo ezim warê genim û ava mezin û bajarê amedê

Digo ezim dayika kawa û mezlûm û didar

Migo tu bi mihabad zanê

Bersev dikir û digo

Mihabad dilê mine

Migo tu hewlêr nasdikê

Digo

Erê hewlêr rih û çanê mine

Migo û qamishlo

Digo

Qamişlo  birîn û kul û derdê mine

...............

Bihûrî û çû û dinya dîsa reş û tarî dibû

Û min naskir " kurdistana " şêrîn bû

 

Haydar sefûk

2011 / 5 / 14

şemê

User offline. Last seen 12 سنة 36 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/08/2008

Herê herê dîrok, dîroka winda..

Dest xweş

Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...