Ji bo çi azadiya homoseksuelên Kurd tê qedexekirin

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 27 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Avesta - Hevpeyivîna Dilbixwîn Dara û Hêvîdar Zana ligel Qadir Qeçax, hîşt ku ez Newroza homoseksuelên Kurd li Amedê bi bîr bînim.

Avesta - Berî ez têkevim mijara nûçeya xwe ez diwazim van hevokên girîng yên birêz Qeçax ji nû ve biweşînim:

“Ewropa li Ewropiyan pîroz be. Welatekî pir xweş e, pêşketî ye. Heya ku destelat di destê kilîseyê de bû, ev pêşketina ku em niha dibînin çênebû”.

“Ewropiyan jî ji bo vê xweşbûnê qurbanî dane, welatê xwe xweş kirine. Em jî, eger em berjewendiyên xwe yên olî, eşîrtî û kesayetî bixin xizmeta welat, wê welatê me jî xweştir û pêşketîtir be.

“Heya ku Ewropa wiha xweş bû, Ewropî gelekî xebitîn, gelekî xizmet kirin”.

Em vê yekê baş dizanin, balam bo çi em girngiya Ewropayê nîşan didin û van gotinan dubare dikin?

Mebesta me ji weşandina van hevokan ku em çend pirsa bikin.

Gelo xelkê Ewropayê şaş e anjî bê heşe gava mafê homoseksuelên xwe diparêze?

Gelo parlamenterên Ewropayê çewtiyê dikin gava zagonên zewacê di navbera homoseksuelan xwe derdixîne holê?

Bo çi em jî homosexulên xwe hurmet nakin?

Bo çi em heqaretê li wan dikin?

Bo çi em li azadiya kurd û Kurdistanê digerin, lê em wan ji vê azadiyê mehrûm dikin?

Hemû rêxistinên sîvîl û rêxistinên mafê mirovan (Amnestiya Iternasyonal, Human Rightes Watch…hwd) mafên gay û lezbiyenan diparêzin. Gelo van rêkxistinên navnetewî yê ku heredm binpêkirinên mafê mirovan li kurdistanê şermezar dikin ne li ser riya rast in?.

Eger em ji bo kurdistaneke azad têdikoşin, bila em baş zanibin ku ev azadî bê parastina mafê homoseksulên xwe ne ti azadiya.

Ta roja îro ez tênaghim bo çi buyerke pir girnîg weke Newroza 2008 an ya homsexuelên kurd li Amedê di çapemeniya kurdî de ne hate weşandin. Bi roj û şev, di xewnên xwe de jî em bi azadiya kurd û kurdistanê bang dikin, ama em azadiya homoseksuelên xwe jibîr dikin.

Fermo vê nûçeyê li ser NEWROZA 2008 ya homseksuelên kurd (Gay û Lezbiyen) li Amedê bixwînin:

Amed / Avesta - Grûpek ji gay û lesbiyanên Amedê Newroza xwe bi êş û şahî derbas kir. Ev cara yekemîne ku ev grûp xwe, bi ser bilindî, nîşanî gelê Amedê dike û tev wan Newroza 2008 an pîroz dike, Berdevkê grûpê wisa axifî: Di serê me de her dem pirsek hebû “jibo çi her kes mafê xwe heye ku azadiyê xwe bixwaze, lê azadiya me qedexeye”

Û wiha berdewam kir: Me dest bi bazdanê kir û me ala homoseksuelan ya keskesor li banî dixist, her ku dem derbas dibû ala me yê keskesor bala xelkê dikşand û çavên gelek mirovan li ser me bû, yek ji wan qîr dikir û digot “Ev ala qûneka ye, ew li van deran çidikin”, me reqsa xwe berdewam dikir lê me gelek hevokan dibîst wek:

“Nîzîkî wan nebin!”

“Hey wax!, ¡hey wax!, ev xerabûna Diyarbekirê ye”

“Divê em we di agirê Newrozê de bişewtînin”

“Win jibo çi hatine vir?”

Lê aliyê posîtîv jî hebû, gelek kurd nîzîkî me dibûn û digotin “em we gelek hûrmet dikin û newroz li we pîroz û bimbarek dikin. Me cejna Newrozê bi kêf derbas kir, rûyê me her dem bi ken bû, her wiha em razîne ku me civaka homosexualên kurd li Amedê temsîl kir.

Ji Spanya: Zinar Ala

&çavkanî: Bloga Hevallo