Givîj dermanê gelek nexwe$iya ye,Foto

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 27 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Heke hûn bibînin givîjan li bazarê cihê xwe girtiye, bizanibin ku payîz hatiye. Givîj nîşana payîzê ye. Ji ber vê yekê jî êdî hûn hêdî hêdî amadekariya zivistanê bikin û tedbîrên xwe bigirin.

Li gorî lêkolînan welatê givîjê Rojhilata Navîn û Ewropa ye. Dîroka dara givîjê pir kevn e. Tê zanîn ku Beriya Zayinê wekî îlaç hatiye bikaranîn. Dişibe hinarê Tehmê givîjê ji gûzê biçûktir û ji nokê mestir e. Şekl û şemalê wê jî dişijbe hinarê. Rengê givîjê zer, zor û pirtuqalî ye. Di tehma givîjê de 1-3 berik hene. Tehma givîjê wekî rengê wê xweş û şîrîn e.

Dara givîjê herî zêde qasî 10 metreyan bilind dibe. Zêdetir bejna wê di navbera 2-5 metreyan de tê guhertin. Şaxê darê bi strî ye û kulîlkên pembe, şîrik û sipî lê dikevin. Zêdetir li çoltarên çiyê û warê zinar û lat çêdibin. Tama givîjê tirş û şîrîn e. Demsala payizê bi hatina baranê re li ser hemû dezgeh û tableyên esnafan bi hêsanî tê dîtin. Li Kurdistanê û welatê cîhanê nêzî 100 cûreyên givîjê tên dîtin. Nêzî 20 cûreyî li Tirkiyeyê çêdibe.

Dara givîjê zexm e. Rengê qalikê darê di rengê xweliyê de ye. Pelê wê kesk û bi şewq in. Di meha gulan û hezîranê de wekî goşiyan gulîlk pê dikevin. Dara givîjê darek emirdirêj e. Heta 500 - 600 sal emrê wê heye. Ev dar bi bêna kulîlkên xwe yên pir xweş kêzik û mêşan li xwe kom dike û lihevbanîna kulîlkan pêk tîne.

Ji bo dil baş e

Berê etar û çiyayiyan bi barê ker û hespan ferd û telîsên xwe tije givîj dikirin û dadiketin gundan ser bi ser difrotin. Givîj ligel tehma xwe ji tenduristiyê re jî gelekî baş e. Givîj, ji ber ku ji aliyê madeyê flavonoid (flavon) ve pir dewlemend e, ji dil û demaran re jî gelek baş e. Ji ber hormonên antioksidant destûr nade tevgera dil rastî astengan bê û rê li pêşiya qeyrana dil digire.

Li gorî lêkolînan, ev tehm herikandina xwînê ya ser dil û mejî zêde dike û tevgera dil dixe bin kontrolê. Her wiha rê li ber tansiyonê jî digire. Destûr nade ku demarên oksîjenê dibin ser dil bixetimin û dil diparêze. Givîj ji aliyê maddeyê bioflavononidan ku demaran fireh û rehet dike ve gelek dewlemend e. Ev made herika xwîn û oksîjena ser dil zêde dike. Hêzê dide dil. Ev madeya bioflavononidan demaran dijdîne û bi hêz dike. Lê kesên nexweşiya dil û demaran bi wan re hebe, her wiha pirsgirêkên wan ên tansiyanon jî hebe pêwist e ku sebra wan jî hebe û ne tenê rojekê her wiha qasî 10 15 rojan li ser hev givîjan bixwe. Ligel sûdê wê yê demar, dil û tansîyonan mirov ji emel jî xelas dike û tansiyon dadixe. Li aliyê din ji bo gurçik û rûvîkan jî gelek fêdeyê givîjê heye.

Kulîlkên givîjê dema di nava avê de tê kelandin û tê vexwarin, rê li pêşiya rûnê nebaş digire. Kulîlk û pelê givîjê li dijî hucreyên pençeşêr û uran dermanekî gelek baş e. Dîsa li dijî virûsa HIV a dibe sedema nexweşiya AIDS’ê şervaneke pir baş e. Ji ferikandina xwarinê re xwedî hêz e. Ji êşên qirikê û li dijî sermê dermanekî xurt e.

Vîtamînên ku di nava teamê givîjê de cih digirin wiha ye: B1 - B2 - B3 - B5 - B6 - B12, Ên ku bixwazin pel û kulîlkên givîjê wekî derman bi kar bînin, divê di demsala kulîlkan de, kulîlkan kom bikin û baş hişk bikin. Her wiha tehmê givîjê jî dema ku gihiştin têne komkirin. Tehm, pel û kulîlkên givîjê di nava avê de tê kelandin û piştî ku hate parzinandin tê vexwarin. Kesekî nexweşiya wî hebe rojê 3 caran ava pel, kulîlk û tehmê givîjê vexwin tu nexweşiyên wan namîne. AMED

Vîtamînên ku di nava teamê givîjê de cih digirin wiha ye: B1 - B2 - B3 - B5 - B6 - B12, Ên ku bixwazin pel û kulîlkên givîjê wekî derman bi kar bînin, divê di demsala kulîlkan de, kulîlkan kom bikin û baş hişk bikin. Her wiha tehmê givîjê jî dema ku gihiştin têne komkirin. Tehm, pel û kulîlkên givîjê di nava avê de tê kelandin û piştî ku hate parzinandin tê vexwarin. Kesekî nexweşiya wî hebe rojê 3 caran ava pel, kulîlk û tehmê givîjê vexwin tu nexweşiyên wan namîne. AMED

MEHMET ALÎ ERTAŞ / DÎHA

Jêder: Malpera Azadiya Welat

Foto: Avestakurd - Çiyayê Kurmênc.