Ne bes bi kurdî dizane her wiha bi 34 zimanên din

3 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 14 سنة 27 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

AVESTA - Sebastian Heine (23 salî), bi 35 zimanan dikare xwe îfade bike lê zimanê herî ezîz li ber dilê wî Peştûn e ya ku li başûrê Afganistanê tê axaftin.
Ciwanê alman Sebastian Heine wêjeya îndo-germanî li zanîngeha Bonnê dixwîne.

Di her salekê de fêrî zimanek an jî du zimanan dibû û di 15 saliya xwe de zimanê grîkî diaxifî.

Heft salên din hînî van zimanan dibe: “Farsiya kevnar, pehlwî, paraçî, yagnobî, sanskrîto, osetio, urdu, hindî, farsî, panjabî, kurdî, latînî, uzbekî, aramî, erabî, fransî, înglîzî û hwd, heya bûn 35 ziman.

Sebastian ji kovara ‘Der Spiegel’ re diyar kiribû ku ew ne superzîreke, tenê di her rojekî de fêrî peyvên nû dibe û ezberkirina rêzimanan dubar dike.

Ew pir meraqa gerê û kêfê nake, têkilîyên xwe ligel hevalên fakulteyê jî kêmin belam ew bi awayekî rojane bi afganan re dicive û mijarên çandî, olî û rewşa şerê ku li Afganistanê diqwime gûftûguh dike.

Sebastian behsa ecêbmayîna hevalên xwe yên afgan ji axaftina wî ni zimanê peştûnî (zimanê 12 mîlyon kes ku li başûrê Afganistanê dijîn).

Niha artêşa almanî sûd ji zanîna wî werdigre, Sebastiya dersan dide 1500 leşker ku li bakurê Afganistanê bi cih bûne.

Xwendekarê alman ku bi eslê xwe ji bajerê Frankenberg (wîlayeta Hessen) dixwaze ku di warê hînkirin û lêkolînê de bixebite.

Xwena wî ya mezin ku bikaribe li Zanîngeha Afganistanê xebatê bike.

Amedekar: Zinar Ala

Çavkanî: El Mundo.es

User offline. Last seen 8 سنة 17 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 17/05/2007

zor spas birayî zinar
Sebastian bi xwe li bajarê çi çêbûyi
û çima wisa ji zimanê efxanî hez diki

User offline. Last seen 14 سنة 27 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Lewend, ew li bajerê Frankenberg -wîlayeta Hessen, nizanim ji bo çi aşiq zimanê peştonî bû ye.
Silav ji Madrîd

User offline. Last seen 8 سنة 17 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 17/05/2007

ez spasyaxwe dûbare dikim birayê zinar