Dersa 4: Zimanê kurdî
Mijar : Kît
Kît: Bi vebûn û hatingirtina devê me dengek tête pê. Ji tevayiya wî dengî re kît dibêjin. Kît ji yek an ji yekê bêtir tîpan hevedidanî ne. Di kîtên zimanê kurdmancî de bi gelemperî ji yekê heta pêncan tîp peyda dibin.
1- a, ê, û …
2- no, an, ez, ma, pê…
3- dev, erd, pêr, sto, kar…
4- qenc, dran, deng, pişt…
5- Stran, stand…
Şirovekirin:
1- Tîpa dengdêr bi tena xwe dikare kîtekê bîne pê. ji wan ev (a- î- ê- o- û- e) her yek bi serê xwe kîtek e..
2- Tîpên dengdar(bêdeng) bi tevayî bê dengdêran nikarin kîtekê çê bikin.
3- Dema xwendevan hewl bide gotinekê binivîsîne, divê berê li dabeşkirina gotinê li ser kîtan birame, da ko nivîs li ser hiş bi hêsanî bê..
tu li ber çavên min
tu/ li/ ber/ ça/vên/ min
weke lîstokekê bû..
we/ke/ lîs/to/ke/kê/ bû/
Çi xweş bû
Çi/ xweş/ bû
me bîra hingiv nedibir
me/ bî/ra/ hin/giv/ ne/di/bir/
me dixwest dema me,
me/ di/xwest/ de/ma/ me/
cîhana me
cî/ha/na/ me/
ew taya xewnedariya hevdîtinê bû!!
Ew/ ta/ya/ xew/ne/da/ri/ya/ hev/dî/ti/nê/ bû/
ÇAVKANÎ: Ji pertûka Mîr Celadet Bedirxan, û avestakurd
Destê te sax bê
xiwyaye tu di dilê min de dijî
bes xiwska te terceme kirbaya ji ber ku ê xweşek fêmnakê fêmbike jı bo em bighînin armance xwe
zor zor zor sipas hevala hêja
لكي تحافظ على أحترامك لنفسك من الأفضل أن تزعج الناس بفعل ما تعرف أنه الصواب على أن ترضيهم بفعل ما تعرف أنه الخطأ.....