“Shakira bi kurdî distrê!”

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 24 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

AVESTA – Ev sernnûçe ya malpereke kurdî ye, goya malpera nûçe, çand û hunerê. Ji dema dîtina sernûçeyê me zanîbû ku ev sernûçe ne rast e, lê me got ka hele em binêrin çawa Şakîra bi kurdî distre.

Vaye nûçeya malpera Diyarname:

Sernûçe: Shakira bi kurdî distrê!

Kurtenûçeyê: Hunermenda navdar Shakira bi kurdî distrê û direqise. Vaye ew klîb:…

Berferhiya “nûçeyê”: Helbet Shakiraya navdar hê bi kurdî nizane û hê straneke bi kurdî nestriyaye.

Lê li Amedê hinan strana bi kurdî “Lawo lawo” li dîmenên Shakiraya navdar kiriye û di Youtube de weşandiye.

Em wan pîroz dikin û vê klîbê dikin klîba hefteyê.

Gelo mirov çi navî dikare li van xêzan bike, nûçe ye, çand e an jî huner e?

Dîsa me got xem nake û me serdana klîpa heftyê kir, mixabin em rastî vîdyoyeke kevn û bêkalîte hatin.

Vîdyo berî du salan di Youtube de hatiye weşandin, di wê vîdyoyê de ne deng deng e û ne jî mûzîk li bazadana Şakîra hatiye.

Avesta / Zinar Ala