Guizmo û ratur bi bîsklêtên xwe diçin kurdistanê (Foto)

رد واحد [اخر رد]
User offline. Last seen 14 سنة 27 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

AVESTA / Spanya - Guizmo û Ratur du ciwanên galîsî ne, wê li ser bîsklîtên xwe bi hezran Kîlometir qot bikin ji bo serdana Kurdistanê.

Guizmo û Ratur du ciwanên galîsî ne ji bajarê Santiago De Compostela yê ku li rojavaya bakurê Spanyayê dikeve, ev bû 21 roj ji bajarê xwe derketine û berê xwe dana bakurê Kurdistanê û wê li bajarê Dêrsimê gera xwe bi dawî bikin.

Guizmo û Ratur niha gihîştine başûrê Fransayê û dixwazin çend rojan li bajarê Nîmes lingên xwe vehesînin.

Piştî 21 roj ji ajotina bîsklêtê, Guizmo û Ratur wisa behsa îşeka fîzîkî dikin: “Em gellek westiyane, edî lingên me bi me re deng dikin”

Belam moralên Guizmo û Ratur pir bilind in: ” Em ê li berxwe bidin, çi bibe bila bibe em dev ji serdana Kurdistanê bernadin”.

Guizmo û Ratur, piştî derketina wan ji Fransayê, dê derbasî Îtalyayê bin û wê li ser Sloveniya, Kroatiya, Serbiya, Romanyaa, Bulgarya, Tirkiyê derbasbin ta ku bigihêjin Kurdistanê û rawestgeha wan ya dawî wê bajarê Dêrsim be.

Em hêvî dikin ji hemû kurdên me yên li diayasporayê û yên ku li welat dijîn eger rastî van du lehengên galîsî Guizmo û Ratur werin ku piştgiriyê bidin wan.

Guizmo û Ratur di nameya xwe de ji bo AVESTA wisa dinivîsînin: “Em diçin Kurdistanê ta ku em rastiyê nasbikin û ji bo em rewşa gelê kurd bi çavê xwe bibînin, hêviya me ku em azadiya Kurdistanê bibînin”

Zinar Ala

FOTO

صورة  Shahgul's
User offline. Last seen 2 سنة 4 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/09/2007

Birayêm Zinara lat babetek e pir xweshe ku xurtbûna hestê di kesê wek van herdû şêra şanî mere dide lê mixabin ka ew kesê kû fêm bikin û jê mejiye kî bigirin zor sipas ji te re ku te ev nûçeya pir xweş da xuyanî .

اللهم صل على سيدنا محمد وعلى آله وصحبه وسلم.