Xwedan ne nas
Xwedan ne nas
Min dît xortek pir nezan
Lê xwenda û bi ziman
Carek min dît rawesta
Xwezî li jor bimesta
Gotin çêbû li nêv me
Aqil nehişt serê me..!
Wî gote min bê fedî
Bêje kengî te ew dî..
Yek dîtir got keser hat
Bêje ma kî ji wê hat
Hawir nerî ew kenî
Min gote wî ezbenî
Dar nebire ji binî
Tu meyzîne pir li dûr
Gavan bavêj gelek hûr
Bi çav ne hate dîtin
Lê her bi aqil û rav
Xweş ew tête naskirin
Wî got aqil jê firî
Awir dijwar dinerî
Rû her gelek li hev ket
Bira ma kî ew çêkir
Ji axê an ji êgir
Berya bersiv tû bêje
Li gotinê bifikir
Min gote wî ez kenîm
Aqil fireh zîvirîm
Kero dîno bi kiras
Nezan û xwedê ne nas
Yezdan ewe ew xwedan
Bê derence tu naçê
Hilnakişî serê ban
Pirsek bike berî vê
Ma kîbû ez û te dan
Pirsek bike li asman
Pirsek bike li ser can
Li herdû çav û ziman
Li guh li por û serî
Li kesên sax û mirî
Wî got ne ez dibêjim
Ew roje ez tîrêjim
Ew hozanê pir mezin
Ji wî nabin tu gazin
Teyrê baze ez çivîk
Xwedanê diyaliktîk
Min got şerme bidin dû
Kesên mason û cihû
Ko ilm û zanîna dem
Pêl wî kirî gelek zû
Bixwîn ji ilm û zanîn
Yên ko li ser wî danîn
Bixwîn pirtûkên baqir
Yê ko gelek diyar kir
Nezaniya xelkên wa
Ji mason û cihiwa
Li pirtûka iqtîsad
Gelek nerîn û murad
Li pirtûka felsefê
Jêkir iyarê defê
Nerî û ma sekinî
Zîvirî dîsa digot
Ezim xortê wetenî
Min dîn navê ji binî
Ezim suxtê cegerxwîn
Can û ceger tev birîn
Felsefeta ilmanî.....
Wî xweş bi min da zanîn
Min got hêdî guh darbe
Ji van xewnan şiyarbe
Ne pir wiha nezanbe
Cegerxwîn ew bi ziman
Ji kurdanre dibistan
Mîrê şairên wextê
Padîşahê paytextê
Lê ez çibkim gelek şaş
Gotin gotin pir ne baş
Li rêka ilmê xweda
Rastî gelek wî berda
Heçîka ilm û zanîn
Ne got weke cegerxwîn
Ew felsefa ilmanî
Wextê ji wîre anî
Bê ilm û her bê delîl
Li nêv welat wî danî
Yezdan gotî li quraan
şair hemû ne pir zan
Gelek ji wan dibêjin
Li nehêlan ew gêjin
Bi gotinên weke hev
Dil û hinav dibrêjin
Tenê xwedî bawerî
Yê ko li jor dinerî
Ew gotina ko bêje
Diçe hetanî serî
Gelî xortan şiyarbin
Bende warên welat bin
Bavê birûsk dibêje
Lê gotin pir dirêje
Bi dengbêj û bi sazan
Tu nastîne kurdistan
Rabin bi fikr û raman
Gelî xortên pir ciwan
Bi xwendina dibistan
Bi danişgah û quraan
Bi rêka pêxemberî
Gelek silav li ser can
Emê bikin gelê kurd
Serbest û her niştiman
Di gotinên bi kurtî
Ezê bêjim bi xurtî
Li xwendina ko min kir
Gelek ji wê min naskir
Ne xwendina danişgah
Ne xwendina dibistan
Ew xwendina deh salan
Ko min xwendî li malan
Ji islamê ji ya dîn
Ji markis û ji lînîn
Heta bighe cegerxwîn
Ew nerîna ilmanî
Ko markisî didanî
Rûpeleke ji pirtûk
Ji bo me da xwiyanî
Lê rûpelek bi tenê
Ji pirtûka vê dinê
Ew nerînek ne kamil
Ji zanîn û ji aqil
çi zanîna me anî
Ne kamile weke ko
Yezdan daxe ji banî
Lê ez çibkim pir ji me
Bi wî ilmî nizanî
Gelek şêx û pir melan
Xwedî şaşikên giran
Li welatê kurdistan
An ji tirk û erebistan
Bi nezanî hilanîn
islameke bê zanîn
Pir ji ilmê musulman
Hat veşartin ji ber wan
Gelî kurdan bixwînin
Bi nerînek fireh dûr
Hemû ilman bibînin
ilmê markis û islam
Bixwînin her bi temam
Roj helat û roj ava
Her seet û her gava
Da hûn bimînin li jor
Ne hûn bikevin li dor
Silav gelek ji şaiir
Bo her biran û kar kir
Ez dizanim çi agir
Ketiye nêva hundir
Bira kurdo li min negir
Bavê birûsk hesekê sala 1988
spas bo teji keke mesud
kak şèrgo
zor zor sipas bo te
ev helbest gelekî xweşe
gotinèn wè pir delalin
û sipas bo nivîskar bavè birûsk
destè te xweşbè birayè hèja û delal
her bijî tu
serkeftin bo te
SPAS BIRAYE rewi girpiri
zor spas kekê delal..lê birastî min kîs ne xwend ji berko helbest dirêje..lê min nîva wê xewnd u gelek xwes bu...
spas ji hatina tere keke rojava
helbeteka gelekî xweşa
sipas biraê shergo bejo
شكراً شيركوووووووو
مبدع ألف شكر لبافى بروسك
أحلى بيلسانة لك
مع حبي :wink: