DAYe TU MEGRI
Dayê tu megrî
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Xwendin nehiştin li nav me kurdan
Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Şêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cihan dibênin
Divê ku dijmin bi zor derxênin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Va em shiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Dijmin du nifşin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîn dirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Divêt bi leşker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêş neyaran
Êrîş bikin em bi gulle baran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Reşa xwe bavêj, deyne cilên xwe
Kelaşînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Rabe bi hevre em herna şaxan
Derman bikin jin: laş û kelaxan
Ronî bidin xweş rengê çiraxan
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Milên xwe bidne milên me şêran
Di şevreşan bin rengê sitêran
Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Dayê em xortin xwîna me germe
Bindest bimênin ji bo me şerme
Ta kengî dijmin paşa li ser me ?
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev şiyarbûn Ferhad û şêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Cegerxwîn [code][/align][/align]
spas hevala binahi li ser van helbeste cegerxwin le mixabin em van gotina
herdem gibirdikin