Li Benda Bayekî Bi Aram

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 16 سنة 39 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 28/05/2007

Li Benda Bayekî Bi Aram
Peyvan Berhev Dikim

Kemal NECIM

çaxê ku li salên xwe bîrewer bûm
sawîrên min yên tenik û şkeva hîna nû ji şîr vedibûn
ku têra peyvekê berhev dibûn
min ew ji bayê re diaxiftin
bêyî ku wan şîrove bike
dibuhûrî û diçû
Wan salan
ba bi aram bû
Her ku min dixwest rojeke din bijîm
xwe hînî peyvekê dikir
û li benda bayekî bûm
…………
Careke din ku li temenê xwe bîrewer bûm
Gelek bajarên dûr
ji rêwîtiya vegerê re
xwe bi min kar dikirin
Bayên ji min dibuhûrîn
êdî ne bi aram bûn..
Yên ji wan dibuhûrîm
mişt peyvên helbestvanan
mişt pirsên bi gir û guman
mişt şîroveyên bi ser birînan de tewirî
û razên bêvirî bûn
Wan salan
ba êdî ne bi aram bû
………
Sawîrên min yên navser
mîna ku nû îro ji şîr vedibûn
zîz û kelogirî ..
her ku min dixwest rojeke din nemirim
têra peyvekê ew berhev dikirin
û li benda bayekî bi aram bûm….!!